Îsraîl ji bo Konseya Ewlehiyê: Bernama nukleerî ya Îranê di asta talûkê de ye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett di civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî de axifî û got ku bernama nukleerî ya Îranê di asteka talûke de ye û wê îznê nedin ku Îran bibe xwediyê sîlihên nukleerî.
Bennett, Îranê bi dayîna alîkariyê ya ji bo Hîzbûllahê, Hamas û Tevgera Cîhada Îslamî sûcdar kir û got ku Îran dixwaze li Rojhilata Navîn desthilatiya xwe saz bike. Bennett weha got:
“Xettên sor hatin derbaskirin kontrol hatin piştguhkirin. Îran peymanên parastinê yên Rêxistina Enerjiya Atomî ya Navdewletî îhlal dike û xwe jê rizgar dike. Mufettîşan aciz dike, lêkolînên wan sabote dike û bi vî awayî xwe rizgar dike. Delîl hene ku niyeta Îranê heye sîlihên nukleerî hilberîne. Bernama nukleerî ya Îranê hat astekî û toleransa me jî. Peyv nikarin ber li çerxa gera santrîfûjan bigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin