Îsraîlê ji bo Tirkiyê hisyarîya 'êrîsên terorê' da welatiyên xwe

29 March 2024 19:17 0 dîtin
Îsraîlê ji bo Tirkiyê hisyarîya 'êrîsên terorê' da welatiyên xwe

PeyamaKurd - Konseya Ewlekariyê ya Îsraîlê ji ber egera êrîşên terorê hişyarî da welatiyên xwe ku serdana Tirkiyê nekin.

Di daxuyaniya konseyê de herwiha ji bo welatên Fas, Urdin û Misirê jî hişyarî hatiye dayîn ku neçin wan welatan.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku tevî Îran û Hemasê metirsîya êrîşên terorî yên rêxistinên cîhadî zêde bûye û xetereya êrîşa bi şerê Xezzeyê re zêdetir bûye.

Konseya Ewlekariyê ya Îsraîlê  herwiha diyar kiriye ku potansiyela êrîşên ser cihûyan pir zêde ye.