Îsraîl, ji bo zarokên Filistînî bike girtîgehê, qanûnê derdixe!

05 July 2023 16:00 0 dîtin
Îsraîl, ji bo zarokên Filistînî bike girtîgehê, qanûnê derdixe!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, hikûmeta Îsraîlê armanc dike ku pêşnûmeqanûnekê derxe da ku zarokên di bin 14 saliyê de bi sûcdariya "kuştina bi terorê" bên mehkûmkirin.

Hat zanîn ku li Îsraîlê Partiya Otzma Yehudît a rastgir a tund, xwe amade dike ku pêşnûmeqanûnekê derxe da ku zarokên di bin 14 saliyê de bi sûcdariya "kuştina bi terorê" bên mehkûmkirin.

Li gorî hat diyarkirin, tevî ku li Îsraîlê temenê berpirsiyariya sûc 12 sal e jî zarokên di bin 14 saliyê de nikarin bên sizakirin.

Her wiha hat zanîn ku heger pêşnûmeya nû were qebûlkirin, zarokên di bin 14 saliyê de bi sûcdariya "kuştina bi terorê re" tên mehkûmkirin, dikarin bi sizayê girtîgehê re rû bi rû bimînin.

Rêxistina "Dayîk û Babên Li Dijî Girtina Zarokan" ku armanca wê parastina mafên zarokên Filistînî yên di pergala dadmendiya sûc de ye, ragihand ku ev pêşnûmeya navborî dê bi taybetî li Qudsa Rojhilat, zirareke mezin bide zarokên biçûk.

Rêxistinê da zanîn ku her çend cîhan mafên zarokan xurt bike, Îsraîl bi paş ve diçe.

Qanûna ku rastgirên tund amadehiya derxistina wê dikin, tê payîn ku bi taybetî zarokên Filistînî bike hedef.

Tê zanîn ku Îsraîl her sal nêzîkî 500 heta 700 zarokên Filistînî binçav dike û li dadgehan didarizîne.