Îsraîlê ji hewa de li bajarê seyahî yê Sûriyê li Banyasê xist
PeyamaKurd – Ajansa xeberan ya Sûriyê SANA ragihand ku artêşa Îsraîlê seet di 19.30an de êrîşa hewayî biriye ser bajarê Sûriyê yê seyahî Banyasê. SANA got ku di êrîşê de sehayekî û avahiyekî kirine hedef, zarokekî miriye û 10 kesên sîvîl birîndar bûne.
Seha ku artêşa Îsraîlê kiriye armanc, tê de artêşa Sûriyê, grûbên bi desteka Îranê û Hîzbûllah a Lubnanê hene.
Ji sala 2011an heya niha, gelek caran artêşa Îsraîlê li Sûriyê êrîş dibe ser artêşa Sûriyê û grûbên bi desteka Îranê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin