Îsraîl: Li dijî hikûmetê, xwepêsandan berdewam dikin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, xwepêşandanên Îsraîliyan, li dijî polîtîkayên rastgir û rêziknameya hikûmeta koalîsyonê ya bi serokatiya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku hêzên dadweriyê sînordar dike, berdewam dikin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Îsraîliyên ku her roja Şemiyê êvarê li dijî rêziknameya dadwerî ya hikûmeta koalîsyona rastgir a tundrê ya bi pêşengiya hevpeymaniya rastgirên tund xwepêşandanên girseyî li dar dixin, di hefteya 22yemîn a çalakiyan de daketin qadan.
Hat diyarkirin ku vê hefteyê jî bi deh hezaran Îsraîlî li seranserî welêt; bi taybetî li Tel Avîvê xwepêşandan li dar xistin.
Di nûçeya malpera rojnameya Yedîot Ahronot a Îsraîlê de hat gotin ku “Polîsan destwerdana çalakiyên li bajarên Qeyserî û Haderayê kirine.”
Hat diyarkirin ku hêzên polîs hewil didin xwepêşandanan bitepisînin û di derbarê mijarê de ji aliyê rayedarên fermî ve tu daxuyanî nehat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin