Îsraîlê li Hums û Hemayê 2 navendên leskerî yên Îranê teqandin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Hums û Hema ya Sûriyê, kargeheke mezin a berhemanîna maşînan a girêdayî Sûpaya Pasdarên Îranê û binkeyeke leşkerî ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatin teqandin.
Li gorî nûçeya kanala fermî ya Sûriyê SANAyê, îro 10ê Cotmehê danê sibehê balafirên şer ên Îsraîlê li devera pîşeyî ya bajarê Humsê û binkeyeke leşkerî jî li derdora bajarê Hemayê kirine armanc û teqandine ku xisarên gelek mezin bi xwe re anîne.
Arêşa Îsraîlê ragihandiye ku wan kargeheke montaja maşînan a Sûpaya Pasdaran li devera pîşeyî ya “Hesya” li parêzgeha Humsê teqandiye û xisarên gelek mezin li wê kompaniyê bûne ku beşeke zêde ya kargehê jî şewitiye.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye, li cihê êrîşa Îsraîl a ser vê şirketa montaja maşînan hêzên Esed û berevaniya esmaniya rejîma Sûriyê jî hebûn.
Li gorî SANAyê hin teqînên mezin li bajarê Dera yê parêzgeha Hemayê jî çêbûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin