Îsraîl li Sûriye û Lubnanê operasyonên xwe yên li dijî Hizbullahê zêde dike!

30 March 2024 15:22 0 dîtin
Îsraîl li Sûriye û Lubnanê operasyonên xwe yên li dijî Hizbullahê zêde dike!

PeyamaKurd – Armanckirina hebûna Îranê ya li Sûriyê û Hizbullahê li her derê ji aliyê Îsraîlê ve veguheriye aloziyeke nedîtî.

Hizbullahê ragihand ku 7 endamên wê, di nav de Elî Naîm ku artêşa Îsraîlê ew wek cîgirê fermandarê yekîneya moşekî û roketan a Hizbullahê bi nav dikir mirine, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant jî daxuyaniyek da.

Gallant got, “Em ji lêdana Hîzbullahê derbasî şopandina wê bûn. Em ê xwe bigihînin her cihê ku lê be, wek Beyrût, Baalbek, Tûr, Saydon, Nabatea û hîn dûrtir jî wek Şamê. Li ku derê hewcedarî bi me hebe, em ê li wê derê tevbigerin."

Gallant amaje bi wê yekê kir ku Îsraîl berpirsê êrîşên li nêzîkî Balafirgeha Helebê ye ku di encamê de 37 hêzên rejîma Sûriyê û 7 çekdarên Hizbullah hatin kuştin.

Êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Balafirgeha Helebê, 'barkirina' çekên Îranê yên li herêmeke di nava balafirgehê de ye kir hedef.

Hat îddîakirin ku ev sewqiyat ji moşekên rênîşander, pêgerên hewayî yên bêmirov û alavên ku wê rastbûna moşekan zêde bike pêk tê û di çarçoveya amadekariyên Hîzbullahê yên ji bo şerê topyekûn ê bi Îsraîlê re hatiye şandin.

Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê depoyeke moşekan a Hizbullahê û navendeke perwerdeyê ya li derdora herêma Cebrîn li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîş di sê salên dawî de êrîşa herî kujer a Îsraîlê ya li dijî Sûriyeyê ye.