Îsraîl: Me ji Tirkiyê xwestiye nûnertiya Stenbolê ya Hemasê bigre!

26 August 2022 19:32 0 dîtin
Îsraîl: Me ji Tirkiyê xwestiye nûnertiya Stenbolê ya Hemasê bigre!

PeyamaKurd -  Piştî pêwendiya telefonî ya Serokomarê Îsraîlê İsaac Herzog û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku di çarçoveya asayîkirina pêwendiyan de, biryara şandina balyozan piştî deh salan dan, Berpirsa Karûbarên Balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê Irit Lillian, di civîneke rojnamevanî de, diyar kir ku wan ji Tirkiyê xwestiye nûnertiya Hemasê ya li Stenbolê bigirin.

Lillian li ser mijara ji nû ve tayînkirina balyozên herdu welatan û asayîkirina têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê gotiye, “Ji bo Îsraîl tenê ji ber hilbijartinên giştî dibe ku pêvajoya tayînkirinê dereng bimîne lê belê hêvîdarim dê di wextê xwe de çêbibe û pêvajo di nav çend hefteyan de bigihe encamê. "

Irit Lillian da xuyakirin, nûnertiya Hamasê ya li Stenbolê ji bo Îsraîlê pirsgirêk e û daxwazên wan girtina wê ofîsê ye û wiha pê de çû:

"Ez nikarim bibêjim ku di heyama pêş de dê ti pirsgirêk dernekevin lê ji bo berdewamiya pêwendiyan em bi biryardarî xebatên xwe dewam dikin. Di vê xalê de diyalog girîng e. Nûnertiya Hamasê ya li Stenbolê ji bo me yek ji pirsgirêkên sereke ye. Daxwaza me ji Tirkiyê girtina wê ye. Girtina vê ofîsê dê tevkariyeke erênî bide têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê."