Îsraîl: “Me li navenda îstîxbarata Hîzbûllahê ya Lubnanê xist”

03 October 2024 22:00 0 dîtin
Îsraîl: “Me li navenda îstîxbarata Hîzbûllahê ya Lubnanê xist”

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşa hewayî ya ser Hîzbûllahê de, li navenda îstîxbarata Hîzbûllahê ya li Beyrûdê xistine. Îsraîl got ku êrîşê wekî tedbîrekî ji bo ewlehiya herêmê kirine. Îsraîl dixwaze Hîzbûllahê qels bike. Ajansa BBCyê li ser lêdana navenda îstîxbaratê weha got:

“Artêşa Îsraîlê di êrîşê de li navenda îstîxbaratê, xebatkarên wan û alavên ku bi wan agahiyan didin hev, xistine.”