Îsraîlê navenda çêkirina mosekan a Hizbullahê bombebaran kir

23 October 2025 18:03 0 dîtin
Îsraîlê navenda çêkirina mosekan a Hizbullahê bombebaran kir

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku yekîneyên wan bargeheke leşkerî û navendeke çêkirina moşekan ên Hizbullahê bombebaran kirine.

Hate diyarkirin ku bombebaran li herêmên Bîqa û bakurê Lubnanê pêk hatiye.

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku baregeha hatiye bombebarankirin ji bo perwedekirina endamên nû yên li dijî artêşa Îsraîlê êrîşan pêk bînin, dihate bikaranîn.

Di berdewamê de hate gotin ku xala din a hatiye bombebarankirin, li herêma Bîqayê ji bo çêkirina moşekan dihat bikaranîn û di heman demê de baregehên din ên Hizbullahê yên li herêma Şerbîn a li bakurê Lubnanê jî hatine bombebarankirin.