Îsraîlê Ofîsa Al Jazeera ya Serîaya Rojava bo 45 rojan girt

22 September 2024 14:38 0 dîtin
Îsraîlê Ofîsa Al Jazeera ya Serîaya Rojava bo 45 rojan girt

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê bi ser ofîsa kanala Al Jazeera ya Qeterî ya Şerîaya Rojava de girtin û bo 45 rojan biryara girtina wê dan.

Hate zanîn, hêzên Îsraîlê yên çekdar û rûpoşkirî bi ser ofîsa li bajarê Ramallahê ya Al Jazeera de girtine û biryara girtina wê bo 45 rojan gihandine xebatkarên televizyonê.

Berpirsê Buroya Al Jazeerayê Welîd el-Omerî nivîsa girtina ofîsê di weşana zindî de xwend. Hate diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê dest danîne ser alavên ofîsê yên wekî kamera û mîkrofanan jî.