Îsraîl plana sewitandina Tewratê li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stockholmê sermezar dike

15 July 2023 11:55 0 dîtin
Îsraîl plana sewitandina Tewratê li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stockholmê sermezar dike

PeyamaKurd Serokomar, Serokwezîr û rayedarên olî yên Îsraîlê diyar kirin, ew plana şewitandina Tewratê li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stockholmê şermezar dikin.

Al Monitor di nûçeyekê de da zanîn, daxwaza şewitandina tomara Tewratê ji aliyê kesekî Swêdî yê 30 salî ve hatiye û wî kesî eşkere kiriye ku ew vê yekê wek bertekek li hember şewitandina Quranê li ber mizgefteke Stockholmê dike.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Eli Cohen eşkere kiriye: “Şewitandina tomara Tewratê sûcê nefretê, provokasyon û êrîşek li dijî gelê Cihû û çanda Cihû ye. Ez bang li rayedarên Swêdê dikim ku vê bûyera kirêt asteng bikin.”

Herwiha Serokomarê Îsraîlê Yitzak Herzong bi daxuyaniyekê destnîşan kiriye, wan şewitandina Quranê ku li hemû dinyayê ji bo Mislimanan pîroz e, şermezar kirine û niha jî heman tişt tê serê pirtûka heta hetayê ya gelê Cihû û ew ji vê yekê gelek xemgîn e. Herzong bal kişandiye ser wê yekê ku destûra şewitandina pirtûkên pîroz nabe azadiya fikr û ramanan, dibe provokasyon û kiryarên nefretê.