Îsraîlê êrîsî dibistana Xan Yûnisê kir: 25 mirî!

10 July 2024 09:15 0 dîtin
Îsraîlê êrîsî dibistana Xan Yûnisê kir: 25 mirî!

PeyamaKurd – Îsraîlê êrîşî ser dibistana ku Filistîniyên jicîhûwarkirî li bajarê Xan Yûnis ê li Şerîda Xezzeyê tê de cih bûne kir û di encamê de herî kêm 25 kes mirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Dagirkeran li bajaroka Abesan a li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê dibistaneke ku koçber lê dibûn hedef girtin, komkujiyeke nefretê kirin."

Li gor tesbîtên ewil di êrîşê de 25 kes mirin û zêdetirî 53 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ekîbên alîkariyê yên ewil ji bo birîndaran rakin nexweşxaneyên Nasir û El-Emel ên bajêr dixebitin.

Herwiha Heyva Sor a Filistînê ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser xaçerêya Ebû Hemîd a li navenda Xan Yûnisê de kuştî û birîndar hene.