Îsraîlê êrîsî ser Sanaya paytexta Yemenê kir
PeyamaKurd – Îsraîl paytextê Yemenê Sana û bajarên Hudeydeyê bi hin êrîşên esmanî kir hedef.
Sînorên şer li Rojhilata Navîn berfireh dibin. Îsraîl piştî ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest bi êrîşên li ser Xezzeyê kir, operasyonên xwe yên leşkerî yên li herêmê derbasî Lubnan, Îran, Sûriye û niha jî Yemenê kir. Êrîşên asmanî yên li ser paytexta Yemenê Sana û bajarên Hudeyde weke yekem destwerdana rasterast a Îsraîlê li dijî Hûsiyan tê xuyakirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya roja Pêncşemê 19ê Kanûna 2024an de hat ragihandin, moşeka ku li dijî Îsraîlê hatiye avêtin hatiye bêbandorkirin û îşaret bi wê yekê hatiye kirin û êrîşeke tund li ser çeperên leşkerî yên Hûsiyan hatiye kirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a SABA ya girêdayî Hûsiyan, hêzên hewayî yên Îsraîlê paytext Sana û bajarê Hudeyde yê li peravên Deryaya Sor kirin hedef.
Hat diyarkirin ku li Sana ku wek keleha Hûsiyan tê zanîn santralên elektrîkê hatin bombekirin û bi tevahî 6 êrîş li Bendera Hudeydeyê û tesîsên petrolê yên li Ras Îsayê hatin kirin.
Çavkaniyên tenduristiyê yên Yemenê ragihandin ku di êrîşên bombeyî yên li ser Bendera Hudeyde ya li rojavayê Senayê û tesîsên petrolê yên li Ras Îsayê de 10 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî piştî êrîşên hewayî yên li dijî Hûsiyên li Yemenê ji raya giştî ya navneteweyî re daxuyanî da.
Berdevkê Hagarî diyar kir ku Hûsiyan bi piştgiriya Îranê êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê zêde kirine û îdia kir ku ew bi biryar in ku bersivê bidin vê gefê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin