Îsraîlê bi topan li gundekî Sûriyê xist
SOHRê diyar ku 3 top li derdora gundê Cemla ketin û hevdem dengê teqînekê li bajarê Nawa yê Derayê û deverên derdora wê jî hat bihîstin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Îsraîlê yekîneyeke leşkerî li bakurê gundê Cemla ya gundewarê rojavayê Derayê armanc kir.
SOHRê diyar ku 3 top li derdora gundê Cemla ketin û hevdem dengê teqînekê li bajarê Nawa yê Derayê û deverên derdora wê jî hat bihîstin.
Derbarê ziyanên madî û mirovî de ti agahî nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin