Îsraîlê toreke sîxuriyê ya Îranê kifs kir

08 October 2021 12:03 0 dîtin
Îsraîlê toreke sîxuriyê ya Îranê kifs kir

PeyamaKurd – Îsraîlê toreke sîxuriyê ya Îranê kifş kir û li ser zerer û ziyana ku vê tora sîxurî pêk aniye de, dest bi lêkolînekê dike.

Dezgehê Cybereason ku, li Îsraîl dezgehek di derbarê Seybirê (elektronik) de cihê baweriyê ye, heyîna toreke sîxurî ya Îranî li Îsraîl kifş kiriye û navê vê tora sîxurî Malkamak e.

Ev tora sîxurî, ji sala 2018ê heta niha kar dike û li ser pêwendiyên Amerîka û Îsraîl û welatên din sekiniye û agahdarî kom kirine.

Dezgeha Cybereasyon, agahdariyên destve anîn daye dezgeha Elektronikî ya di derbarê vê de xwedî biryar û berpirsiyar a hikûmeta Îsraîl niha li ser zerera vê sîxuriyê dayî wan, lêkolînek destpê kiriye.