Îstîxbarata Amerîka: Çînê ji Pûtîn xwestiye êrîsa ser Ûkraynayê bi pas bixe

03 March 2022 21:35 0 dîtin
Îstîxbarata Amerîka: Çînê ji Pûtîn xwestiye êrîsa ser Ûkraynayê bi pas bixe

PeyamaKurd- Li gorî raporên îstixbaratên Amerîka û Brîtanyayê, Çînê ji Rûsyayê daxwaz kiriye heta bidawîbûna Olîmpiyadên Zivistanê yên Pekînê destpêkirina êrîşa ser Ûkraynayê bi paş bixe.

Rojnameya New York Times di nûçeyek xwe de îdia dike ku li gorî raporên rayedarên îstixbarata Amerîka û Brîtanyayê, Çînê destpêka meha Sibatê ji Moskowê xwestiye plana xwe êrîşa ser Ûkraynayê bi paş bixe û li benda bidawîbûna Olîmpiyadên Pekînê bimîne.

Li gorî rayedarên Amerîkî dibe ku ew daxwaz dema Pûtîn û Şî Cinping li Pekînê civiyane hatibe kirin ku herdu aliyan danezaneke şermezarkirina berfirehbûna NATOyê jî belav kirine.