Îstixbarata Berevaniya Brîtanyayê: Rûsya heza xwe ya leskerî ya li nêzî sînorê Ukraynayê berfirehtir dike

17 February 2022 10:37 0 dîtin
Îstixbarata Berevaniya Brîtanyayê: Rûsya heza xwe ya leskerî ya li nêzî sînorê Ukraynayê berfirehtir dike

PeyamaKurd Rûsya, heza xwe ya leşkerî ya li nêzî sînorê Ukraynayê berfirehtir dike.

Ajansa nûçeyan Reutersê ev agahî ji zarê serokê îstixbarata berevaniya Brîtanya ragihand û Serokê Îstixbarata Berevaniya Brîtanyayê Jim Hockenhull ku kêm caran daxuyaniyan belav dike eşkere kiriye, wan li ser vekişîna Rûsyayê tu nîşan nedîtiye.

Hockenhull daye zanîn, Rûsya berovajî vekişînê hêza xwe ya leşkerî ya li nezî sînorê Ukrayna berfireh dike.

Herî dawî destnîşan kiriye, maşîneyên zirxî û helîkopter ber bi sînorê Ukrayna ve diçin û got, kapasîteya Rûsya ya dagirkirina Ukrayna heye.