Îtalya: Em bi her awayî Herêma Kurdistanê û Iraqê destek dikin

04 November 2022 01:00 0 dîtin
Îtalya: Em bi her awayî Herêma Kurdistanê û Iraqê destek dikin

PeyamaKurd – Serkonsolosê Îtalyayê yê Bexdayê Maurizio Greganti ragihand ku Îtalya bi her awayî destekê dide Herêma Kurdistanê û Iraqê. Greganti ji bo K24 ê behsa têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Greganti got ku di navbera şîrketên Herêma Kurdistanê û şîrketên Îtalyayê de, di sehayên girîng de bazirganî heye û di seha xida, moda, mobîlya û dîzaynê de û di sehayên weka wan de hevkarî dewam dike.

Greganti, her weha got ku Îtalya di seha çandiniyê de jî aktîfe û balê kişand ser girîngiya şîrketên Îtalyayê yên li Herêma Kurdistanê. Îtalya her weha ji bo koçberên Êzîdî û Rojavayiyan jî alîkariyê dike û di babeta alîkariya leşkerî de weha got:

“Ji sala 2003an de desteka me ya leşkerî heye. Ev destek ji babetên weka şêwirmendî, perwerde, firehkirina kapasîteyan pêk tê. Ez bawerim em ê Herêma Kurdistanê û Iraqê bêhtir xwurt bikin.

Em kêfxweşin ku hukumeta nû ya Iraqê ava bû. Heya ji destê me were, em ê dezgeyên nû û hukumeta Iraqê destek bikin. Di navbera Iraqê û Îtalya de demekî dirêje dostanî û hevparî heye. Em amade ne bi hukumeta nû re bixebitin. Li pêşiya Iraqê pêvajoyeka zext heye û heya ji me bê, em ê Iraqê destek bikin.”

Serkonsolosê Îtalyayê, behsa desteka dewleta xwe ya di warê xebatên arkeolojîk yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê kir.