Îzna 9 nexwesxanan hat betalkirin û morê li ser deriyên wan xistin
PeyamaKurd - Piştî skandala ‘Çeta Yenigoğan’ê îzna (rûxset) 9 nexweşxanên taybet hatin betalkirin. Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê piştî di raya giştî de û di giliyên ser CİMERê de hatin kirin, wezaret nexweşxanên taybet xist bin kontrolê û lêkolînan li ser wan kir.
Bebekên ku bi zanîn di nexweşxanan de ji mirinê re hatin terkkirin û gilî û gazinên xwediyên bebekan zêde bûn, nexweşxanên bi navên Bağcılar/ Nexweşxana Özel Şafak û Nexweşxana Medilife Sağlık Hizmetleri hatin girtin û wezareta tenduristiyê morê li derê wan xist. Di pey de jî 7 nexweşxanên din yên taybet hatin girtin.
Mînaka sedema girtina nexweşxanan yek jê tenê ev e ku nexweşxane ji bo di rojekî de 8 hezar perê Tirkiyê ji SGKê bistîne, bebekan di beşa hûrlênêrînê de girtibûn û bûbûn sedema mirina bebekan. Tenê ji bo ji SSKê rojane 8 hezar perê TL bistînin.
Di doza ‘Çeta Yenidoğan’ê de niha 22 kes di zîndanê de ne û di dosyayê de 47 gumanbar hene. Niha lêkolîna di derbarê 19 nexweşxanên taybet de dewam dike. Nexweşxanên ruxsetên wan betalkirin ev in:
Özel Avcılar Hospital Hastanesi, Özel TRG Hospitalist Hastanesi, Özel Birinci Hastanesi, Özel Güney Hastanesi, Özel Bağcılar Medilife Hastanesi, Özel Beylikdüzü Medilife Hastanesi, Özel Reyap İstanbul Hastanesi, Özel Şafak Hastanesi Bağcılar, Özel Silivri Kolan Hospital Hastanesi ne.
Piştî betalkirina îzna an ku ruxseta nexweşxanên taybet, xwediyên nexweşxan nexweşên xwe jiş nexweşxanan sitendin û wan birin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin