Japonyayê hinardekirina alavên teknolojiya bilind ji bo Rûsyayê qedexe kir
PeyamaKurd – Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê TASSê diyar kir, Japonyayê hinardekirina alavên teknolojiya bilind ji bo Rûsyayê qedexe kiriye.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê TASSê, qedexeya ku ji aliyê Hikûmeta Japonyayê ve hatiye erêkirin wê ji 20ê Gulanê ve bikeve meriyetê.
Herwiha hat eşkerekirin, di nav alavên teknolojiya bilind ên ku Japonya hinardekirina wan qedexe kiriye de, çapkerên 3D, amûrên komputera kuantumê, mîkroskopên elektronîk û katalîzatorên paqijkirina rûnê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin