Ji 200 rewsenbîr û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê daxuyaniya hevbes bo êrîs û kiryarên PKKê

11 November 2020 16:18 0 dîtin
Ji 200 rewsenbîr û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê daxuyaniya hevbes bo êrîs û kiryarên PKKê

PeyamaKurd - 200 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê, li hember êrîş û kiryarên PKKê yên dijî serweriya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd di daxuyaniya xwe de destêwerdana PKKê ya nav karûbarên Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser gundên ji ber hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê hatine valakirin û dane zanîn ku armanca sereke ya PKKê, jinavbirina statûya Herêma Kurdistanê ye.

Herwiha di daxuyaniyê de daxwaz ji PKKê hat kirin, demildest ji Herêma Kurdistanê vekişin û rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, çekdarên PKKê çend roj berê li sînorê nehiya Çemankê ya navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê, 3 caran êrîşî ser hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Polîsê Parastina Petrol û Gazê kiribûn û di encama wan êrîşan de Pêşmergeyek şehîd bûbû û hejmarek Pêşmerge û polîs birîndar bûbûn.

Daxuyaniya ku 194 rewşenbîr û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê îmze kiriye wiha ye:

"Piştî êrîşa PKKê li hemberî pêşmergeyan rewş li Herêma Federe ya Kurdistanê hat qonaxeke xetertir. Loma jî divê helwest li hemberî PKKê zelal bibe. Em jî vê yekê dikin.

Wek tê zanîn piştî Şerê Kendavê, beşekî mezin yê Başûrê Kurdistanê bi alîkariya Amerîkayê wek herêmeke azad hat îlankirin.

Her çar dewletên kolonyalîst jî, ditirsîyan ku Kurdistan dê bibe dewlet. Ji bona vê yekê jî dixwestin ku destwerdana Başûrê Kurdistanê bikin, lê ji Amerîkayê jî ditirsîyan. Çar dewletên kolonyalîst bi riya PKKê dest bi êrîşan kirin.

Dewletên kolonyalîst piştî ku Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê ava bû û federalîzm îlan bû, zêdetir êrîşker bûn. Çar dewletên kolonyalîst ji bona desthilatdarîya Kurdistanê têk bibin, ji PKKê re bûn alîkar. PKKê jî desthilatdarî, nîzama hiqûqî ya Kurdistanê nas nekir.  Di sala 1992-an de şerekî dijwar pêk hat. 3500 pêşmerge şehîd bûn. PKKê teslîm bû, got ku “ez desthilatdarî û nîzama Kurdistanê nas dikim.”

Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, wê demê di derbarê êrîşkerî û terora PKKê de, ji 25 Dewletên Ewrûpayê re raporek pêşkêş kir. Wê demê jî ew êrîşên PKKê, ji aliyê kurdperweran ve wek operasyona dewletên dagîrker hat dîyar kirin û li dij hat rawestandin.

Lê PKK, bi piştgirîya Dewleta Iraq û Îranê, li Başûrê Kurdistanê cîwar bû. Dewleta Tirk jî ev yeka ji bona operasyonên xwe sedema stratrejîk nîşan da. Heta îro ji li Başûrê Kurdistaê ji 30 operasyonî zêdetir pêk anî. Li Kurdistanê qereqol û “Herêmeke ewlehî” ava kir.

PKKê, li Başûrê Kurdistanê bi avakirina “Hikûmeta Botan-Bendînanê” û “Komara Zapê” û bi hemû karên xwe yên din, hiqûq û serwerî û desthilatdarîya Kurdistanê re rêz nagire û nas nake. Loma gelek gundên Kurdistanê dagîr kiriye. Ji gundiyên kurd xerac digire. Xort û zarokên kurdan direvîne û dide kûştin. Destwerdana sîyaseta Başûrê Kurdistanê dike. Rêxistinên sîyasî ava dike. Rê ji dagîrkerîya çar dewletên kolonyalîst re vedike. Partîyên Kurdistanê û serokên Kurdistanê rewa nabîne.

Divê baş bê zanîn ku PKK li Herêma Federe ya Kurdistanê rêxistineke dagirker e. Li Şengalê û li Mexmûrê û li Qendîlê û li gelek gundên Kurdistanê dagîrkerîya wê bi salan e ku dom dike.

Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê ji bona ku PKKê û Haşdî Şeibî ji Şengalê û li hemû deverên din derkevin di peymanekê de li hev kirin. Lê PKKê ji bona ku ji Şengalê dernekeve, li Kurdistanê şer îlan kirîye. Êrîşî pêşmergeyan û berpirsîyarên asayîşê dike.

Em armanca PKKê ya stratejîk ji nezîk ve û baş nas dikin ku ew dixwaze Herêma Federe ya Kurdistanê ji holê rake.

Rastiyeke vekirî heye ku Herêma Federe ya Kurdistanê, di vê qonaxê de hêvîya hemû beşên Kurdistanê û kurdên dinyayê ye. Xirabîya bê serê wê, zirarê dide hemû kurdan.

Aşkere ye ku PKK, li Herêma Federe ya Kurdistanê hêzeke biyanî û dagîrker û terorîst e. PKK, Li Başûrê Kurdistanê û li hemû beşên din yên Kurdistanê li hemberî rêxistin-partiyên Kurdistanê û kurdên welatparêz bi awayekî bêperva çalakiyên terorîstî pêk anî û pêk tîne. Bi van taybetiyên xwe divê ji Kurdistanê bê derxistin. Bi PKKê re diyalog, li Kurdistanê rewabûna wê naskirin dibe. Ceribandinê jî derxistiye holê ku bi PKKê re diyalog çare nîne.

Loma em ji bona ku gelê me û ciwanên me nayên kûştin û zirar nebînin, em ji PKKê daxwaz dikin ku dev çek berdin û bê qeyid şert desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê nas bikin û an jî  bi awayekî aşitî ji Herêma Federe ya Kurdistanê derkevin..

Heger PKKê ev yeka nekir, divê Hikûmeta Kurdistanê, Hikûmeta Federal ya Iraqê bi hev re serweriya xwe ava bikin. Her dewletek li dijî hêzên nehiqûqî û terorîst û dagirker çi dikin, divê ew li hemberî PKKê  bê kirin.

Divê rêxistinên Başûrê Kurdistanê yên ku bi PKKê re alîkar û têkildar in, divê pêwendiyên xwe bi PKKê re qût bikin.

Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê heger mijara PKKê û hemû hêzên çekdar tasfiye nekin, nikarin ji operasyon û bombabarandina Dewleta Tirk jî xelas bibin û serwerîya xwe biparêzin.

Em, ji bona ku PKKê ji Herêma Federe ya Kurdistanê tasfiye bibe û bê derxistin, ji biryarên bên girtin re piştgir in.

Em ji ciwanên Kurdistanên yên ku di nav PKKê de xebat dikin daxwaz dikin ku ew xirabîyê li welatê xwe û neteweya xwe nekin. Li dijî siyaseta PKKê ya ku xizmetê dewletên kolonyalîst dike, derkevin. Dev ji çek berdin."

11. 11. 2020