Ji 3 welatên Ewropayê civîna lezgîn bo Ukraynayê

13 March 2024 19:43 0 dîtin
Ji 3 welatên Ewropayê civîna lezgîn bo Ukraynayê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku serokên welatên Polonya, Almanya û Fransayê 15ê Adarê roja Îniyê li Berlînê li ser mijara Ukraynayê civîneke lezgîn li dar dixin.

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tûsk ji televîzyona dewletê TVP Info re ragihand: “Roja Îniyê ez ê ji bo gotûbêjkirina rewşê li Berlînê bi Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron û Şansolyeyê Almanyayê Olaf Scholz re bicivim.”

Tûsk got: “Li gorî min wezîfe û hêza van her sê paytextan heye ku ji bo alîkariyeke nû ya ji Ukraynyayê re hemû Ewropayê bixin nav liv û tevgerê.”

Polonya bi hikûmeta xwe ya nû ya alîgirê Ewropayê re hewl dide li dijî Moskowayê hevkariya xwe ya bi Berlîn û Parîsê re xurt bike ku bixwe yek ji hevalbenda xurt a Kîevê ye.