Ji 5 partiyên Parlamentoya Tirkiyê peyama hevpar a erdhejê

07 February 2023 19:05 0 dîtin
Ji 5 partiyên Parlamentoya Tirkiyê peyama hevpar a erdhejê

PeyamaKurd – 5 partiyên ku di Parlamentoya Tirkiyeyê de, koma wan heye, derbarê erdhejê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Daxuyaniya hevpar bi îmzeya Serokê Parlamentoyê Mustafa Şentop û îmzeyên komên AK Partî, CHP, HDP, MHP û İYİ Partî yên parlemenê derbarê erdheja ku navenda wê Mereş e de, hat belavkirin.

Di daxuyaniya hevpar a ji bo erdhejê de hat gotin: "Em wekî Serokatiya Parlamentoyê û nûnerên 5 partiyên siyasî yên parlamentoyê, li kêleka welatiyên xwe û di xizmeta wan de ne.”