Ji AKPê daxuyaniya biryara ‘Qira Ermenan’ a senatoya Amerîkayê
PeyamaKurd – Berdevkê partiya deshilatdar a Tirkiyê AKPê Omer Çelîk, li ser pesendkirina biryara ‘Komkujiya Ermenan’ li senatoya Amerîkayê daxuyanî da.
Çelîk biryara pênasekirina Qira Ermenan wekî îdiayên pûç bi nav kir û şermazariya tund da senatoya Amerîkayê.
Berdevkê AKPê li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Ev biryara bêbingeh û qirêj, her çiqas lobîyên endustriya qirkirinê kêfxweş bike jî dîrokê jî dike alava siyaseta derewîn.”
Çelîk herwiha ew biryara senatoya Amerîkayê ku doh hatibû pesendkirin, wekî biryareke neberpirsiyarî û dijî rihê hevpeymanîbûna NATOyê jî şîrove kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin