Ji aliyê Almanyayê ve nexwesxaneya herî mezin a Koronayê li Silêmaniyê tê çêkirin

08 October 2020 09:35 0 dîtin
Ji aliyê Almanyayê ve nexwesxaneya herî mezin a Koronayê li Silêmaniyê tê çêkirin

PeyamaKurd Ji aliyê Almanyayê ve, li Silêmaniyê, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nexweşxaneya herî mezin a Koronayê dê were çêkirin.

Li gor Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî ragihand, vîrûsa Koronayê tu cih û sînor û ciyawaziyekê nizane û niha piraniya civakê weke pêketî an gumanlêkirî tê dîtin.

Berzincî diyar kir: “Daxuyaniyên xelet û şaşkirina welatiyan û dijayetîkirina rêkar û rênimayan û redkirina hebûna Koronayê, sedema sereke ya zêdebûna rêjeya mirinên ji ber vê vîrûsê ye.”

Wezîrê Tendirustiyê eşkere kir: “Derengxistina çûna nexweşxaneyê heta radeya xirabûna rewşa tendirustiyê ya nexweşên Koronayê, îhtîmala mirina nexweşan zêde dike.”

Saman Berzincî da zanîn: “Hemû derman û pêwîstiyên tibî ku Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê bo Herêma Kurdistanê dabîn dike, rasterast ji aliyê dezgeha Kîmadya ya Iraqê ve li gor pîvanan bo parêzgehan têne dabeşkirin û rasterast bo depoyên pêwîstiyên parêzgehan têne şandin.”