Ji Amerîka daxuyaniya Sûriyê: HTS rêxistina terorî ye, pêwendiya me bi êrîsan re nîne

01 December 2024 08:24 0 dîtin
Ji Amerîka daxuyaniya Sûriyê: HTS rêxistina terorî ye, pêwendiya me bi êrîsan re nîne

PeyamaKurd – Ji Amerîkayê li ser êrîşên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) û komên opozîsyona Sûriyê yên ser Helebê yekem daxuyanî hate dayîn.

Koşka Spî ragihand ku HTŞ û komên girêdayî wê bi navê ‘Konseya Rizgariya Sûriyê’ êrîş dane destpêkirin û ti têkilîya wan bi wan êrîşan re nîne.

Di daxuyaniya Koşka Spî de, hatiya gotin HTŞ rêxistineke terorî ye û bi awayî pêwendiya wan bi êrîşê re nîne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ji ber rejîma Sûriyê pişta xwe daye Rûsya û Îranê û red kiriye beşdarî proseya siyasî bibe ew êrîş hatiye encamdan.

Koşka Spî ragihand ku ew rewşê dişopînin û li herêmê di heman xet û helwesta xwe de ne û hêz û mewziyên xwe diparêzin.