Ji Amerîka, Fransa û Brîtanyayê daxuyaniya Sûriyê: Emê bersivê bidin...
PeyamaKurd - Wezîrên Karên Derve yên Amerîka, Fransa û Brîtanya îro 5ê Nîsanê bi daxuyanîyeke hevbeş hişyarî dan rejîma Sûriyê û hevpeymanên wê.
Di daxuyanîya hevbeş ku li ser navê Mike Pompeo, Jean-Yves Le Drian û Jeremy Hunt di salvegera duyemîn ya êrîşa kîmyayî ya Xan Şêxûn de hat weşandin de wiha hat gotin: “Du sal berê êrîşa hovane ya çekên kîmyayî li Xan Şêxûn û nêzî salek berê jî êrîşa Dûma qewimîn ku Amerîka, Fransa û Brîtanya hişyarîyên tund dabûn rejîma Beşar Esad ku çekên kîmyayî nexebitîne. Em heta niha jî bi pêgirî ser wê hişyarîyê disekinin û dîyar dikin ku emê bersîvdana êrîşên wî rengî bidin. Guman tune ku dîroka rejîma Esad bi êrîşên kîmyayî yên dijî hemwelatîya wê dagirtî ye û em bi biryar in ku hesaba wan kuştinên jin, mêr û zaroken bêguneh yên bi wan çekên hovane ji kesên berpirs bipirsin. Ew êrîş qanûnên navnetewî binpê kirin û bûne sedema êş û azarên pir giran û rewşa mirovahî ya Sûrîyê hîn xirabtir kirin.”
Her sê welatên daxuyanî dane bal kişandin ser ku hinek endamên Civata Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî gelek caran ji rejîma Esed re bûne mertal ku hesabê kiryarên xwe nedane û nehiştine komîsyoneke serbixwe ya lêkolînkirinê were damezirandin.
“Dewletên wek me bi xurtkirina Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OKCW), armanc dike ku rê li ber karanîna çekên kîmyayî bigirin û derfet ji tîmeke taybet re biafrînin ku lêkolînan ser êrîşên kîmyayî û kesên pişt wan êrîşan bikin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara jimare 2254 ya Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî tenê ew rê ye ku dikare dawî li şerê Sûrîyê bîne û divê rejîma Esad careke din çekên kîmyayî bi kar neyîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin