Ji Amerîkayê bangewaziya Îranê li Çîn û Rûsyayê…

07 August 2020 21:03 0 dîtin
Ji Amerîkayê bangewaziya Îranê li Çîn û Rûsyayê…

PeyamaKurd – Nûnera Amerîka ya Daîmî li Neteweyên Yekbûyî (NY) Kelly Craft, bangewazî li Çîn û Rûsyayê kir ku li hemberî ambargoya timî ya çekan bo Îranê, dernekevin.

Craft di civînekê de bal kişand ser îtirazên Çîn û Rûsyayê yên derbarê dirêjkirina ambargoya çekan a ser Îranê de û got, “Em hêvîdarin wê Rûsya û Çîn piştgiriya piştevana herî xurt a terorîzmê nekin.”

Nûnera Amerîkî herwiha diyar kir ku ew hêvî dikin di vê mijarê de bi hevkariya hevdu bikin û piştgiriyê bidin hewlên wan ên dijî alozî û têkdana seqamgeriyê li derveyî sînoran.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî pêr dirêjkirina bêdem a ambargoya çekan a ser Îranê bilêv kiribû û gotibû, ewê mijarê hefteya pêşiya me bibin ber dengdana Konseya Ewlekirayê.