Ji Amerîkayê li herêma Arktîkê hemleyeke nû li dijî Rûsyayê
PeyamaKurd – Amerîkayê cara yekem di dîroka xwe de, li herêma Arktîk a Cemsera Bakur kete tevgerê û li dijî serweriya Çîn û Rûsyayê hemleyeke nû da destpêkirin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Vedant Patel, ji rojnamevanan re ragihand ku wan li hemberî zêdebûna tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li herêma Akrîlîkê pêngaveke nû avêtiye û dê Amerîka di dîroka xwe de cara yekem balyozekî bo herêmê tayîn bike.
Patel daye xuyakirin ku wê balyozê wan ji 7 welatên herêma Arktîk yên Kanada, Danîmarka, Finland, Îzlanda, Norwêc, Swêd û Rûsya berpirsiyar be û herwiha bi komên xwecihî re di nav pêwendiyan de be.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî got ku îstiqrar û aştiya herêmê ji bo Amerîkayê gelekî girîng e û ew dê di demeke nêzîk de balyozê herêma Akrîkê bixin ber dengdana senatoya Amerîkayê.
Hêjayî gotinê ye, ev pêngava Amerîkayê di demekê de tê ku Rûsyayê li Cemsera Bakur û herêma Akrîkê hebûna xwe ya leşkerî zêde kiriye û Çînê jî îstasyonên lêkolînê danîne wê herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin