Ji asta bilind a Yekîtiya Ewropayê, serdana Kievê hat kirin

20 April 2022 13:56 0 dîtin
Ji asta bilind a Yekîtiya Ewropayê, serdana Kievê hat kirin

PeyamaKurd-Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel çû paytexta Ukraynayê, Kievê. Michel Kievê wekî dilê Ewropayê yê azad û demokratîk pênase kir.

Serdana Charles Michel a ji bo Kievê di serî de nehat ragihandin. Piştî ku Michel îro gihîşt Kievê, wî bixwe bi navbeynkariya medyaya civakî agahî da û got, ‘Ez li Kievê me.’ Michel li îstasyona trênê ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hat pêşwazîkirin. Tê payîn ku Charles Michel bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re hevdîtinek bike.

Di 8ê Nîsanê de jî Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Nûnerê Polîtîkayên Bilind ên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell çûbûn Kievê.