Ji Azerbaycan û Îranê daxuyaniyên êrîsa ser Balyozxaneyê: Peymana Vîyena hat binpêkirin

27 January 2023 18:53 0 dîtin
Ji Azerbaycan û Îranê daxuyaniyên êrîsa ser Balyozxaneyê: Peymana Vîyena hat binpêkirin

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê li ser êrîşa ser Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê ku kesek hatiye kuştin, daxuyanî da û ragihand, ew bi hestiyariyeke mezin lêkolînê li ser vê bûyerê bikin û wê êrîşkar bi awayekî tund werin cezakirin.

Wezareta Derve ya Azerbaycanê jî li ser êrîşê da xuyakirin ku her çiqas beriya niha jî tehdît hatine kirin jî hêzên Îranê tedbîrên pêwîst negirtine û bûne sedema vê êrîşê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî gotiye, rayedarên siyasî û ewlehiyê yên welat daxwaz kirine ku bilez û bi cidî û bi hestiyariyeke mezin lêkolînê li ser vê bûyerê bikin û encamderên vê bûyerê bi awayekî tund werin cezakirin.

Kenanî daye zanîn ku di lêkolînên destpêkê de derketiye holê ku bûyer ji ber sedemeke civakî bûye û ji medyayê jî daxwaz kir ku agahiyên nerast belav nekin.

Wezareta Derve ya Azerbaycanê jî ragihand, ew hemû karmendên xwe yên li balyozxaneya li Tehranê vedikişînin û diyar kir, Peymana Vîyena ya Karûbarên Dîplomatîk hatiye binpêkirin û ewlehiya pêwîst bo xebatkarên balyozxaneyê nehatiye dabînkirin.

Herwiha Wezareta Azerbaycanê rêveberiya îranê bi kampanyayên dijî Azerbaycanê tawanbar kir ku ji ber wê jî bûne hedefa êrîşan.