Ji Balyozê Afrîkaya Basûr yê Iraqê peyama pîrozbahiyê bo Nêçîrvan Barzanî
PeyamaKurd - Ji bo hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve, Balyozê Iraqê yê li Efrîqaya Başûr Erşed Umer Îsmaîl pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.
Erşed Umer Îsmaîl di peyama xwe de pîrozbahî li Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê kir û got: “Ez ji Xweda daxwaz dikim ku di posta we ya nû de ji bo xizmetkirina gelê Kurd û Iraqê bi hemû pêkhateyan, serkeftinê bide we û di pêşvebirina Herêma Kurdistanê û Iraqê de piştevanê we be.”
Nêçîrvan Barzanî roja 28ê Gulana 2019an bi piraniya dengên parlamenterên Parlamentoya Kurdistanê, weke Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin û dê roja 10ê Hezîrana 2019an jî bi merasîmekê sonda yasayî bixwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin