Ji ber Davosê diyarkirina serokwezîrê Iraqê hat pasxistin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber geşta Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bo derveyî welat ku beşdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî Davosê dike, destnîşankirina serokwezîrekî nû li şûna Adil Ebdulmehdî hatiye paşxistin.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi armanca beşdariya foruma aborî ya Davosê, bi serokatiya şandeyekî Iraqê ve serdana Swîsre dike ku îro destpê dike.
Hat ragihandin ku ji ber li hev nekirina li ser navên namzedan û geşta Berhem Salih, dema diyarkirina namzedekî serokwezîrê Iraqê hatiye paşxistin.
Hêjayî gotinê ye, doh xwepêşanderan sê navên namzedên xwe pêşkeş kiribûn û xwestibûn Berhem Salih yekî ji wan li şûna Ebdulmehdî destnîşan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin