Ji ber erdhejên li Japonyayê hejmara miriyan zêde dibe!

09 January 2024 11:58 0 dîtin
Ji ber erdhejên li Japonyayê hejmara miriyan zêde dibe!

PeyamaKurd – Hejmara kesên ku di erdhejên li parêzgeha Işikawa ya li rojavayê Japonyayê û li peravên Nîvgirava Noto ya li vê herêmê de jiyana xwe ji dest dan derket 180î.

Hejmara qurbaniyên erdhejên li Japonyayê zêde dibe. Di daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Eyaleta Îşikawayê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku hejmara kesên di erdhejên ku di hefteya ewil a meha Çileyê de pêk hatin de jiyana xwe ji dest dan derket 180î.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li seranserê eyaletê zêdeyî 28 hezar kes li nuqteya tehliyeyê mane û 3 hezar û 300 kes jî ji ber girtina rêyan asê mane.

Dema ku perwerdeya fermî li seranserê welêt di 9ê Çileyê de destpê kir, piştî betlaneya navîn a du hefte û betlaneya giştî ya 8ê Çile "Roja Mezinan" (Seijin no Hi), destpêka dersan li zêdetirî 80 dibistanên li Ishikawa nehat dayîn.