Ji ber êrîsên Îsraîlê herdu balafirxaneyên Sam û Helebê ji xizmetê derketin!
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îsraîlê careke din balafirxaneyên navdewletî yên Şam û Helebê bombe kir û geştên asmanî li herdu balafirgehan jî rawestiyan.
Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê, jêderekî daye xuyakirin, artêşa Îsraîlê îro 22yê Cotmehê danê sibê li demjimêr 05:25 ji deryaya Naverast ve bi moşekan êrîşî balafirgehên navdewletî yên Şam û Helebê kir.
Hate diyarkirin, di encama êrîşan de, kesek hat kuştin û kesekî din jî birîndar bû û herdu balafirxane jî ji kar derketin.
Wezareta Veguhastinê ya Sûriyeyê jî ragihand, ji ber êrîşa Îsraîlê geştên asmanî li balafirxaneyên Şam û Helebê hatin rawestandin û ji bo balafirgeha Laziqiyê hatin veguhastin.
Hêjayî gotinê ye, hefteya borî jî piştî destpêkirina şerê ligel Hamasê, Îsraîlê herdu balafirgeh bi hinceta veguhestina milîsên Îranê û çekan kiribûn armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin