Ji ber ‘Heqareta Erdogan’ cezayekî rekor dan: 12 sal û 3 meh!

22 September 2019 14:11 0 dîtin
Ji ber ‘Heqareta Erdogan’ cezayekî rekor dan: 12 sal û 3 meh!

PeyamaKurd – Hemwelatiyekî Tirkiyê bi navê Burhan Borak ku di sala 2014an de ji ber 7 parvekirinên medya civakî doz lê hatibû vekirin, ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “heqaret li Serokkomar kiriyê” 12 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.

Parêzerê Borak Cîhan Durmaz, piştî biryara dadgeha Tirkiyê ragihand ku parvekirinên muwekîlê wî hemû di çarçoveya azadayi ramanê de ne û got, “Ev cezayekî ‘rekor e’. Di warê hiqûq û wijdanê de jî ev ceza nayê qebûl kirin.”  

Demek berê jî bi heman hincetên heqareta li serokomarê Tirkiyê, zêdetirî 9 sizayê girtîgehî li Seroka Rêxistina CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu hatibû birîn.

Hêjayî gotinê ye, di van çend salên dawiyê de li Tirkiyê bi hezaran kes ji ber parvekirinên medya civakî tên dadgehkirin û kesên rexneyan li Serokomarê Tirkiyê ku hevdem serokê AKPê ye dikin jî bi rêya dadgehan têne sizadan.