Ji ber pirsgirêkên teknîkî Wezîrê Derve yê Yûnanê serdana Herêma Kurdistanê nekir
PeyamaKurd - Biryar bû Wezîrê Derve yê Yûnanê Nîkos Dindiyas piştî serdana xwe ya Bexdayê, îro jî serdana Hewlêrê bike û Balyozxaneya xwe li wir vekin, lê ji ber pirsgirêkên teknîkî yên balafirê, Wezîrê Derve yê Yûnanê serdana Herêma Kurdistanê nekir.
Li gor zanyariyan, Wezîrê Derve yê Yûnanê dê serdana Hewlêrê jî bike lê danê êvarî telefonî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Kurdistanê Sefîn Dizeyî kir û ragihand, ji ber arîşeyeka teknîkî ya balafirê wî nekarîbû serdana Hewlêrê bike.
Herwiha Nîkos Dindiyas hêviya welatê xwe bo pêşxistina pêwendiyên dualî û bilindkirina asta pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê re anî ziman û da zanîn, dê di firsendeka din de serdana Hewlêrê bike.
Sefîn Dizeyî jî spasiya Wezîrê Derve yê Yûnanê kir û got, mixabin we nekarî serdana xwe ya Hewlêrê bicîh bînin. Herêma Kurdistanê girîngiyê dide pêwendiyên dostane bi Yûnanê re û got, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe di warên dîplomatîk û kulturî de û gelek warên din de bi Yûnanê re pêş bixîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin