Ji birayê Abdullah Ocalan serdana cejnê bo Îmraliyê

05 June 2019 14:18 0 dîtin
Ji birayê Abdullah Ocalan serdana cejnê bo Îmraliyê

PeyamaKurd - Birayê Serokê PKKê yê li Girava Îmraliyê zîndankirî Abdullah, Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên din ên ligel wî dimînin, ji bo hevdîtina  cejna Remazanê çûn Îmraliyê.

Mehmet Ocalan, birayê girtiyê PKKyî Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ligel hevdu îro ji bo serdana xizmên xwe çûn Girava Îmraliyê.

Hat zanîn ku Mehmet Ocalan, roja Înê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daye daku hevdîtina cejnê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re bike.

Mehmet Ocalan herî dawî 12ê Çileya 2019an li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kiribû.