Ji bo 4 bajarên serhedê hisyarîya asîtên berfê hat dayîn

29 January 2021 21:40 0 dîtin
Ji bo 4 bajarên serhedê hisyarîya asîtên berfê hat dayîn

PeyamaKurd – Saziya keş û hewayê ya Tirkiyê Meteorolojiyê ji bo bajarên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya hatina xwar a aşîtê da.

Li gorî daxuyaniya Meteorolojiyê wê li wan bajaran berf bê navber bibare û germahiya hewayê bi qasî 3-5 pileyan kêm bibe û ji aliyê rojhilat û başûr ve jî ba rabe.

Hat diyarkirin ku wê li Behra Wanê jî ji aliyê rojava û başûrê rojava ve ba rabe û ev jî ji bo ketina aşîtan li cihên bilind metirsî ye.

Saziya keş û hewayê hişyarî da welatiyan ku ji deverên bilind ên berfa zêde li ser hatiye dûr bisekinin, tedbîrên xwe bistînin daku ji hatina aşîtan zirarê nebînin.

Li wan her çar bajarên serhedê niha ji ber rewşa xirab a zivistanê û berfa zêde, rêyên 516 gundan hatine girtin ku xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.