Ji bo Heciyên Kurdistanê gestên Umrê dest pê dikin

07 February 2021 21:41 0 dîtin
 Ji bo Heciyên Kurdistanê gestên Umrê dest pê dikin

PeyamaKurd - Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku geştên ji bo Umreyê têne destpêkirin.

Li gorî ragihandina Berdevkê Wezareta Ewqafê Nebez Îsmaîl piştî daxwaznameya ji Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatiye şandin, biryar hatiye dayîn ku li gorî tedbîrên xweparastina ji koronayê û rênimayan destûra geştên Hecîyan bo Umreyê hatiye dayîn.

Herwiha hat diyarkirin ku piştî rawestandina salekê ji ber vîrusa koronayê, rêveberiya giştî ya hec û umreyê biryar daye geştên umrê ji bo heciyên Kurdistanê dest pê bikin.