Ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê sîstema herî bas konfederasyone

02 March 2023 01:45 0 dîtin
Ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê sîstema herî bas konfederasyone

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li payîtext Hewlêrê paneleka bi navê “Iraq: Piştî dîktatoriyetê 20 sal bi Şûn de” hat lidarxistin. Panel bi pêşvaniya Navenda Lêkolînên Rûdawê hat lidarxistin. Di 2em Forma Erbîlê de, di roja yekem de gelek panel çêbûn.

Ji bo panela “Iraq: Piştî dîktatoriyetê 20 sal bi şûn de” analîstê siyasetê Sadûn Sadî û damezrênerê Navenda Lêkolînên Iraqê yê Fransiz (CFRI) û ku niha jî rêvebirê wê ye Dr. Adil Bakawan bi axaftvanî tevlî bûn.

Sadûn Sadî, di axaftina xwe de behsa pirsgirêkên navbera Erbîl-Bexdayê kir û ji bo çareseriya wan ragihandi ku çara herî baş ku derbasî konfederalîzmê bibin. Di pêşniyara sîstema ku kir de got ku Herêma Kurdistanê wê bêhtir serbixwe be, di ewlehiyê, siyaseta derve de girêdayê Bexdayê be. Sadî ragihand ku di Iraqê de gelek nasnameyên netewî wenda bûne û got:

“Li Iraqê çareseriya herî baş, sîstema siyasî ji ya federal derbasî ya konfederal bibe û divê bibe du sîstem. Herêma Kurdistanê di sala 1991an de, derfeta  ji navendê cuda ya nîv-serbixwebûnê dît, Kurdistan bûye xwediyê vîzyonekî stratejîk, rêzdar Mesûd Barzanî û temamê birayên me yên Herêma Kurdistanê, vizyona wan bûye vizyonekî stratejîk.

Iraq dema ji rejîma şowenî derbasî demokrasiyê bû, jê fêde nedît û îsbat kir ku anîna demokrasiya ji derve hêsan nîne ku were welatekî ku rabirdûya wê ya dîktatoriyê be. Li Orta Iraqê û başûrê wê gelek partiyên siyasî hatin avakirin û ew ne partiyên siyasî lê dukkanên siyasî bûn. Ev yek, bandorê li sîstema siyasî û netewî kir.

Ti lîderekî Iraqê ji diya xwe weka lîder nehat dinyayê lê li Herêma Kurdistanê lîdertiya ji dayîkbûnê heye. Lîdertiyekî weha ya Malbata Barzanî heye.”

Dr. Adil Bakawan jî di axaftina xwe de got ku Iraq ti carî bi pirsgirêkan re xwe rû bi rû nekiriye û berê xwe ji wan guhertine. Li Iraqê xetên sor tinene û yên bi hêzin dikarin îhlala qanûn û destûrê bikin û dikarin peymanan bixin leha xwe. Bakawan, behsa guherîna kêşûhewayê jî kir û got:

“Guherîna kêşûhewayê bandorê li Kurdistanê kir lê li başûrê Iraqê her sal bi 100 km yan araziyên xelkê çol kir. Li gor xebatên me; wê di sala 2050an de li Iraqê %47 ê erd bibe çol û li bazara dinyayê wê bihayê petrolê dakeve û di vê rewşê de wê ne petrol û ne çandinî nan nede Iraqiyan.

Iraqî heya niha hîn nebûn ku xwe bi xwe biaxifin lê dixwazin axaftinê hînî kesên din bikin. Êdî wexta axaftinê hatiye, civaka navdewletî ji pirsgirêkên Iraqê aciz bûye û yên ku li ser sîstema konfederaliyê lihev bikin, wê car din Iraqî bin.”