Ji bo nivîskar Ahmet Altan biryara girtinê hat derxistin
PeyamaKurd – Ji bo nivîskarê Tirk Ahmet Altan ku 4ê Mijdarê piştî bêhtirî 1000 rojên girtîgehê hatibû berdan, serdozgeriyê ji nû ve biryara girtinê derxist.
Ahmet Altan ku nivîskarekî navûdengî ye di asta cîhanê de, ji doza FETOyê (Cemaeta Fethullah Gulen) tê darizandin û herî dawî cezayê muebetê hatibû hilweşandin û bi 10 sal 6 mehan hatibû sizadan.
Altan di danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 27emîn de, roja 4ê Mijdarê hatibû berdan.
Serdozgeriya Stenbolê jî 6ê Mijdarê îtiraz li berdana wî kiribû û îro jî dadgehê li ser îtirazê biryara ji nû ve girtina Ahmet Altan derxist.
Altan beriya niha jî ji heman dozê hatibû berdan û piştî kurtedemekê dîsa hatibû girtin.
Ahmet Altan piştî derketina ji girtîgehê ya dawî, nivîsek bi navê 'Fluta Kaxetî' nivîsandibû û ew nivîsa di The Observerê de weşiyabû, di medya cîhanî de belav bibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin