Ji bo peyva ‘Kurdistana Tirkiyê’ lêpirsîn bo rêveberê CHPê hat destpêkirin

12 September 2022 19:51 0 dîtin
Ji bo peyva ‘Kurdistana Tirkiyê’ lêpirsîn bo rêveberê CHPê hat destpêkirin

PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, bi sedema gotina ‘Kurdistana Tirkiyê’ lêpirsîn derbarê endamê Meclîsa Partiyê yê CHPê de, da destpêkirin.

Endamê Meclîsa Partiyê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Nevaf Bilek, 10 Îlonê beşdarî kongreya CHPê ya navçeya Yenîşehîr a Diyarbekirê bûbû.

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, li ser daxuyaniya Nevaf Bilek ku di kongreyê de dabû medyayê, lêpirsîn derheqê wî de da destpêkirin.

Serdozgeriyê daye xuyakirin: “Derbarê Nevaf Bilek ê  ku gotiye, ‘Diyarbekir bi rastî jî li Kurdistana Tirkiyê bajarekî girîng û dîrokî ye. Bajarekî me yê mezin e’ de, bi tawana ‘propagandaya rêxistina terorîst’ lêpirsîn hatiye destpêkirin.”