Ji bo pîrozbahiya Newroza Diyarbekirê gel qad tijî kir
PeyamaKurd – Cejna Newrozê îro li Diyarbekirê tê lidarxistin.
Navnîşana pîrozbahiyan wekî salên berê îsal jî Parka Newrozê ya navçeya Rezan (Baglar) e.
Bi hezaran kesên ji navçeyên bajêr ji saetên serê sibehê ve berê xwe dan Diyarbekirê.
Bi hezaran şêniyên bajêr ber bi Parka Newrozê ve ketin rê.
Rojnamegerên ji derve tên ji deriyê protokolê re hatin qebûlkirin.
Welatî ji 6 deriyên cuda dikevin hundir. Kesên ku dikevin herêmê di dema muzîkê de govendê digrin.
Di vê navberê de li xalên lêgerînê yên li ketina herêmê hatine avakirin, ciwanên ji 18 salî biçûktir ên ku tevî malbatên xwe ne, destûr nehat dayîn ku bikevin qadê.
Lin hin cihan kesê ku cil û bergên Kurdî yên herêmî li wan bin, nexistin qadê.
Li aliyê din tê payîn ku îro li Diyarbekirê jî baran bibare. Lêbelê, tevî baranê jî beşdarbûn didome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin