Ji bo vegerandina erdên Kurdan û madeya 140 komîteyek hat pêkanîn
PeyamaKurd - Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ragihand ku hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina arîşeya zeviyên kurdan û madeya 140 ya Destûra Iraqê, komîteyek pêk aniye.
Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji BasNewsê re gotiye, şanda Kurdistanê ya ku dah serdana Bexdayê kir, li ser pirsgirêkên girêdayî madeya 140 ya Destûra Iraqê bi berpirsên Iraqî re hevdîtin kiriye û diyar kir, yek ji wan pirsgirêkan zeftkirina zeviyên kurdan li Kerkûkê ji aliyê ereban ve bû. Wezareta Dadê ya Iraqê û dadgeha bilind ya Iraqê ji bo çareserkirina wan arîşeyan komîteyek pêk anîne.
Faris Îsa da zanîn, tevahiya wan zeviyên ku ji aliyê ereban ve hatine zeftkirin dîsa ji bo xwediyên wan tên vegerandin.
Faris Îsa got, dê tedbîrên pêwîst jî werin girtin da ku ereb car din zeviyên kurdan zeft nekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin