Ji civîna HSDê û Koalîsyonê biryara operasyonan derket!
PeyamaKurd- Piştî ku Artêşa Azad û Tirkiyê êrîşî Efrînê kirin, HSDê jî operasyonên xwe yên li dijî IŞÎDê yên li Dêra Zorê dabûn sekinandin. Ji bo van operasyonan duh HSD û rayedarên koalîsyonê civînek li dar xistin.
Di derbarê civînê de Berdevkê HSDê Mustafa Balî daxuyaniyek da û got ku piştî Artêşa Azad û Tirkiyê êrîşî Efrînê kirin, HSDê jî hinek hêzên xwe ji Dêra Zorê kişandibûn û derbasî herêma Efrînê kiribûn.
Balî wiha berdewam kir: Duh di vê civînê de biryar derket ku careke dî operasyonên li dijî IŞÎDê dest pê bikin. Jixwe ji ber operasyona Efrînê IŞÎD li herêmê careke dî bi cih bû. Dîsa dikare êrîşan bike. Ev ji bo me talûke ye. Armanca me ew e ku em herêmê ji IŞÎDê paqij bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin