Ji Desteya Perwerdeya Rojava bersiva wezîrê perwerdeya Sûriyê: Em amade ne!

02 December 2020 16:26 0 dîtin
Ji Desteya Perwerdeya Rojava bersiva wezîrê perwerdeya Sûriyê: Em amade ne!

PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bersiva Wezîrê Perwerdehiyê yê Sûriyê Darim Teba da ku gotibû, “Ew dê hemû dibistanên li Rêveberiya Xweser bixin jêr kontrola xwe”.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Mihemed Salih Ebdo ji K24ê re gotiye: “Em wek Desteya Perwerdeyê, amade ne di bin serperiştiya UNESCO û UNICEF de danûstandinê bi Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê re bikin, ji bo bigihin encamên erênî.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser sala 2015an perwerdehiya bi zimanê kurdî û rêbaza xwe derbasî dibistanên deverê kiriye û tenê li çargoşeya ewlehiyê ya li bajarê Qamislo û Hesekê perwerdeya li gorî Wezareta Perwerdeya Sûriyê tê dayîn.

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Darim Teba çend roj berê li Perlemana Sûriyê gotibû, xwendin û perwerdehiya li dibistanên Rêveberiya Xweser tê kirin, ne perwerdehiyeke niştimanî ye û ew ê dibistanan ji destê Rêveberiyê dervixin û bi xwe 2 demjimêran kurdî lê bidin.