Ji ENKSê daxuyaniya civîna ligel PYDê: Li nêzîk rêkeftin tê ragihandin
PeyamaKurd - Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand ku civîna îro 18ê Adarê ya bi serpereştiya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ligel PYDê hatiye kirin, erênî derbas bûye û di demeke nêzîk de rêkeftin tê ragihandin.
Desteya Serokatiya ENKS bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Îro 18ê Adara 2025an, Desteya Serokatiya ENKS civînek bi şanda PYD re bi amadebûna Mezlûm Ebdî û Şandiyê Amerîkî yê taybet Scott Bowles li dar xist.”
ENKSê da zanîn, civîn erênî bû, gotûbêj li ser nerîna siyasî ya Kurdî ya hevbeş derbarê Sûriyê de hate kirin.
ENKS diyar kir, lihevkirin li ser berdewamiya gavên bicihkirina rêkeftinê û ragihandina wê di demeke nêzîkî de çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin