Ji Fransa, Brîtanya û Hevpeymaniya Navdewletî peyamên sermezarkirina êrîsa ser Hewlêrê

09 June 2022 17:09 0 dîtin
Ji Fransa, Brîtanya û Hevpeymaniya Navdewletî peyamên sermezarkirina êrîsa ser Hewlêrê

PeyamaKurd – Şeva derbasbûyî careke din Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê rastî êrîşekê hat ku Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihandiye, ew êrîşa bi dronê ji aliyê milîsên Hizbullahê ve hatiye encamdan.

Piştî êrîşa ku otomobîlek bûye armanc û kesek birîndar bûye, nûner û balyozên derve yên li Herêma kurdistanê bertek û nerazîbûn nîşandan û ew êrîşa ji aliyê hêzeke îranî ve hatiye kirin, şermezar kirin.

Konsulê Brîtanyayê li Hewlêrê David Hunt êrîş şermezar kir û got: “Ev çalakiyek din a tundûtûjiyê ya bêwate bû. Şanişîna Yekgirtû a Brîtanyayê li kêleka Herêma Kurdistanê li dijî vê êrîşê radiweste.”

Balyozxaneya Fransa li Iraqê jî li Twittera peyamek belav kir û da xuyakirin: “Fransa êrîşa şeva borî ya bêfirokevan li Hewlêrê şermezar dike. Ji birîndaran re hevgirtina xwe piştrast dike. Bang li rayedarên Iraqî, Kurdistanî û federalî dike ku ji nêz ve ji bo rawestandina van êrîşan hevkariyê bikin. Mafê xelkê Iraqê heye ku di nav aramî û ewlehiyê de bijîn.”

Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî ragihand, “Êrîşa şeva borî ya li ser kolaneke qelebalix a Hewlêrê ku di encamê de sivîl birîndar bûn û gelek kesên din ketine metirsiyê, mînakeke din a bêhurmetiya aliyên xerab li hember gelê Iraqê û serweriya welat e.